Keçeka Xwendekar ya Kurda Kirmaşanî bi destên xizm û kes û karên xwe hate kuştin
16:02 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeka xwendekar ya temen 20 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê bi destên xizmû kesukarên xwe yên Mesebî hate kuştin.
Li gor rapora ajansa Kurdpa, çend rojan beriya niha keçeka xwendekar ya Kurd binavê “Dunya Mîrî”seva lêdana xizim û kesukarên xwe tûşî xwînrêjya mejî bû û li encam de canê xwe ji dest da.
Kesên nêz ji vê malbatê bilav kirin, Keça xwendekar ji aliyê bavê xwe û birayên xwe li malê hatibû zîndanî kirin û bi gef û hereşeyan ji xwendina zanîngehê hatibû bêpar kirin.
Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara Îsal heya niha 7 jin bi destên xizim û kesukarên xwe hatine kuştin.
Her wisa li gor vê amarê 2 jin û keçeka temen 3’ê salî li derveyî malê bi destên kesên nenas kirî hatine kuştin.
Li gori amara Kurdpayê 3’ê kes ji rêya serbirînê bi awayek hovane hatine kuştin.
Li gor rapora ajansa Kurdpa, çend rojan beriya niha keçeka xwendekar ya Kurd binavê “Dunya Mîrî”seva lêdana xizim û kesukarên xwe tûşî xwînrêjya mejî bû û li encam de canê xwe ji dest da.
Kesên nêz ji vê malbatê bilav kirin, Keça xwendekar ji aliyê bavê xwe û birayên xwe li malê hatibû zîndanî kirin û bi gef û hereşeyan ji xwendina zanîngehê hatibû bêpar kirin.
Dunya Mîrî
Heval û nêzîkên “Dunya”yê eşkere kirin, vê xwestiye çendîn caran li destê bav û birayên xwe bireve, lê hemû carê li gel lêdan û eşkenceya malbata xwe ya mesebî rûbirû bûye û cara dawiyê roja Sêşemiyê berwar 2’ê Tîrmehê seva lêdan û eşkenceya wan tûşî xwînrêjiya mejî bûye û canê xwe ji dest daye.Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara Îsal heya niha 7 jin bi destên xizim û kesukarên xwe hatine kuştin.
Her wisa li gor vê amarê 2 jin û keçeka temen 3’ê salî li derveyî malê bi destên kesên nenas kirî hatine kuştin.
Li gori amara Kurdpayê 3’ê kes ji rêya serbirînê bi awayek hovane hatine kuştin.