Keçeka temen 13 salî bi sedema bûyera kar bi tundî birîndar bû

18:48 - 16 Gulan 2021

Roja Şemî 25`ê Banemer, li yek ji nanvaxaneyên bajarê Dereşehir a ser bi parêzgeha Îlamê, Zarokekî kar a 13 salî, bi sedema asêbûn dii nava alava nanvaxaneyê, tûşî bûyerê bûye.

Li wê bûyerê de, stû û benda pişt (nixa`i) ya wê keça nûgihan,  bi dijwarî birîndar bûye.

Berpirsê Navenda Bûyer û Hevcehiyên Lezgîne pizîşkî li parêzgeha Îlamê, di hevpeyvînekê  de digel Nûçegihaniya hikûmetî ya “Fars” ragihandiye: “Tevî rewşa xirab a tendirustiya wê keça nûgeh, diba bi rêya hêlîkoptêrê ve bo navenda parêzgehê hatiba veguhastin.

Seyîd Nûrî Elîmuradî, di encamê de ew keça nûgeh bi rêya bejayî ve bo navendên pizîşkî yên wê parêzgehê veguhastiye û rêjeya hişyariya wê keçê ji sedî 5 e û rewşa tendirustiya wê gelik xirab e.

Ew metirsiyên ku zarokên kar tûşî dibîn, bûyerên li ser kar, Xisarên civakî, xisarên hundirî û ruhî, xisara jîngehî û …htd in.