Keçeka Kurd li Bajarê Nexedê dawî bi jiyana xwe anî

17:22 - 13 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeka temen 17 salî li bajarê Nexedê di mala xwe de dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, êwariya roja Yekşem berwar 12’ê Gulana 2013’an Nahîd Mexfiret(Qelatî) ya temen 17 salî û xelkê bajarê Nexedê , di mala xwe de xwe darvekir û dawî bi jiyana xwe anî.

çavkaniyek haydar li bajarê Nexedê ragehand: Nahîd li ser vê yekê ku malbata vê Îzna mêr pêkirina vî bi kurekî hezjêkiriyê vê nedane xwe kuştiye.

Her wisa çend rojan beriya niha zarokek temen 10 salî û Qutabiyê pola 5 a destpêkî li bajarê Urmiyê dawî bi jiyana xwe anî.