Keçek temen 19 sal dawî bi jiyana xwe anî

18:09 - 14 Adar 2022

Roja Yekşemî 22`ê Reşeme, keçek temen 19 sal û xelka “Serav”a bajarê Qurweyê xwe avête nav avê û dawî bi jiyana xwe anî.

Heta niha nasname û sedema xwekujiya wê keça ciwan nehatiye ragihandin.

Her di vê derheqê de, yek ji rojnamevanên bajarê Qurweyê li vê derheqê li ser rûpela Înistagrama xwe nivîsiye: “Di halekê de, li naverasta pirsgirêkên siyasî û nasandina fermandar, keçeke temen 19 sal, hewla xwekujiyê da.

Herwisa wê rojnamevanê nivîsiye: “Eger pirsgirêkên siyasî bi dawî hatin, kêmekê dem diyarî bikin bo wê rewşê”.