Keçek temen 16 salî bi sedema rêgirîkirin li zewcînê xwe şewtandin

17:42 - 10 Îlon 2022

Di heyama rojên derbasbûyî de, keçek nûgihan ya bi navê “Ferzane Îbrahîmzade” temen 16 salî û keça “Mihemed” bi sedema dijayetîkirina malbata wê digel pêkanîna jiyana hevpar agir berda laşê xwe.

Herwisa çavkaniyek agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa” yê re ragihandiye: Hezkiriyê Ferzanê 6 caran jê xwazbênî kiribû, lê malbata wê dijayetî kiribûn.

Çavkaniya agehdar herwisa behsa vê yekê jî kiriye ku: Malbata Îbrahîmzade bi sedema kêmbûna temenê Ferzanê, digel jiyanpêkanîna wan dijayetî kirine û “Ferzan”ê jî agir berdaye laşê xwe.

“Ferzane Îbrahîmzade” xelkê gundê “Kanî Reş” ya girêdayî bajarê “Serdeşt”ê ye.