Keçe xwndekara Bokanî ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin

12:09 - 18 Çirriya paşîn 2013
ajansa Kurdpa: xwîşk û birayik ji xelkê şarê Bokan, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê li mala wan bixwede girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja Şemî, 25ê Xezelwer, keçe xwendekara Kurd bi navê “ Efsane Bayezîdî”, 28 salî tev birayê xwe bi navê “ Şaho Bayezîdî”, 25 salî, li mala wan bixwede hatin girtin û bi ciyik nekivş hatin raguhastinê.

Seekaniyk nêzî malbatê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, Efsane bayezîdî, keça Ebûbekr, xwendekara zanîngeha Peyam ê Nûr a vî şarî bûye ku tev birayê xwe bi hegerik neron, ji aliyê hêzên ewlehiyê hatine girtin.

Ew serekanî jî got: Şaho Bayezîdî ku kesik Mikanîk bûye, bi hegera hindê ku xwestiye rêgirî ji girtina xwîşka xwe bike, ji aliyê wan hêzan de hatiye girtin û bi ciyik nekivş hatiye raguhastinê.

Serekenî basa hindê jî kir , malbata Efsane û Şaho li roja borî de bi dom serdana dezgeha ewlehiyê û senterên êminiyên şarê Bokanê kirine, lê senterên êminiyê çi bersivik bi malbata van 2 welatiyên Kurd re xwe radigozin.

Heya weşana vê nûçe, ji cê ragirtin û sedema girtina Efsane û Şaho Bayezîdî ku roja borî ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Bokanê hatine girtin, çi zanînik ber dest çinine.