Keçe xwendewanên ŞÎNAWÊ li sedem nebûna bûdce çareseriya wan nehatiye kirin

12:36 - 21 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li sedem nebûna bûdcê heya niha keçe xwendewanên “ŞÎNAWÊ”a ser bi şarê Pîranşar, çareseriya duxtorî ji wan re nehatiye kirin.

Cêgirê birêve birê wezareta tendurustî xêncî rexne girtin ji xemsariya wezareta perwerde seba derman nekirina keçe xwendewanên gundê ŞÎNAWÊ, hegera paş ketina derman kirina wan keçe xwendewanane bi nebûna bûdje wegerand.

Xemsariya wezareta perwerde ser çareser nekirina dermanê keçe xwendewanên ŞÎNAWÊ dilmana malbatên wan keçe xwendewanan dû ketiye û biryare li roja Sêşem, 30ê Sermawez, 13 kes ji wan keçe xwendewanane li nexweşxana “ Fatimê Zehra” bin çavdêriya duxtoran de danên.

Ji aliyik din de bi hegera kêm bûna dirafê xwendin li gundê ŞÎNAWA Pîranşar, guhnedana wezareta perwerde bi vê pirsgirêkê, biryar bû dezgeha nûkirina qutabxanan, qutabxaneyik nû li vî gundî de bîne pê, lê ev proje jî li sedem nebûna bûdca pêwîst pek lê ketiye.

Hevdem li sedem nebûna cê pêwîst bo wan, qonaxa nawîn bo xwendewanên kur jê derxistine û niha nêzî 400 xwendewanên qonqxa seretayî û nawîn li 2 şîftên sibêzû û paşnîro li vê qutabxanê de dersê dixwînin.

Nebûna xizmetkarî û xemsariya wezareta perwerde ser çareser kirina birînê keçe xwendewanên ŞÎNAWÊ bûye sedema hindê ku çendîn artîst]n Kurd mîna “ Şehram Nazirî, sitranbêj û Omîd Mostefapûr, derhênerê fîlma xoşewîstî”, dahata berhemên xwe bo xwendewanên ŞÎNAWÊ danîn.

Şehran Nazirî li 28 û 29ê heyva Xermanana îsal de konsêrta xwe bi rê bir, li rojên borî de 100,000,000 tûmen dahata konsêrta xwe bo çareser kirina keçe xwendewanên ŞÎNAWÊ danî.

Li 15ê heyva Sermaweza sala 1391 rojî de 37 keçe xwendewanên qonaxa seretayî bi hegera agir pêketina soba kilasa wan li xwendingeha gundê “ŞÎNAWÊ”a Pîranşar, şevitîn û 2 kes ji wan xwendewanan jî canê xwe ji dest dan.