Keçe xwendekarik Kurd yê oldarê ola Behayî ji xwendinê bê par kirin

12:55 - 15 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: berpirsên zanîngeha Raziya Kirmanşan, keçe xwendekarik Kurdê vê zanîngehê ji xwendinê bê par kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; keçe xwendekarik Kurd bi navê Gîta Goran Mohît bi hegera oldariya ola Behayîji xwendinê bê par kirin.

Berpirsên zanîngeha Raziya Kirmanşan li kutayiya heyva Sermaweza îsal de bi forma devkî bi vê keçe xwendekarê ragihandibûn ku,” Te Mafê hatin nawa zanîngehê Çinine”.

Raportêrê Kurdpa ji zimanê serekaniyik agadar ragihand: ev welatiya Kurd ku oldarê ola Behayiye, derfeta pişkdarî kirin li konkora îsal de pê nedane.

Gîta Goran Mohît, xwendekara zanista endazyariya Metalojiya kara zanîngeha Raziya Kirmanşanê bûye ku, heya niha jî bo forma nivîskî hukmê derxistin ji vê zanîmgehê pê nedane û tinê bi forma devkî ji aliyê berpirsên Heraset(Parastin)a zanîngehê, mafê xwendinê jê sitandine.

Li kutayiya demsala payîza îsal de jî, xwendekarik din yê Kurd li qonaxa Dutotra bi navê Cemal Hosêynî li li sedem “ Rêrevî kirin ji Mekteb Qurana Kurdsitan”, paşî 10 heyvan cî girtin û xebitîn li zanîngeha zanistên medîkala Kirmanşan, bi biryra dezgeha ewlehiyê ji xwendinê bê par kirin.

\"17818.jpg\"
Îqan Şehîdî, niha li girtîgeha Recayî Şehra Kerec de li hewsê ye

Pêşde jî li sala 1391a rojî de, Îqan Şehîdî, 25 salî ji Kirmanşan, bi tawana “ Endam bûn li gurûpa neyasatiya Komîta mafê xwendin” bi 5 sal hewsa teizîrî mahkûm kiribûn.

Bi gotina komela Behayiyên rûniştiyê Urûpa, nêzî 300,000 welatiyên oldarê rêrevê ola Behayî dijîn, ew jî li rewşik deya ku hukûmeta islamiya Îran, ola Behayî bi fermî binav nake û behayî li welatê Îranê ji mafê xwendin li asta zanîngehan û her wisa damezirîn li dezgehên hukûmî de bê par kirine.