Kawe Silêmanpûr bo cîbicîkirina cezayê wî bo girtîgeha bajarê Mehabadê hat veguhastin

18:20 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 2ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Kawe Silêmanpûr” xelkê gundê “Xorxore” yê girêdayî bajarê Mehabadê bo cîbicîkirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd berê li dadgeha Şoreş a bajarê Mehabadê bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî” bi 6 meh girtîgeha te`zîrî û bi hesabkirina heyama binçavkirina wî ya berê jî hatibû cezadan.

Roja Sêşemî 20ê Rezbera 1400`an, ew welatî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê, ji girtîgeha bajarê Mehabadê hatibû azadkirin û di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Navbirî piştî bidawî hatina heyama lêpêçîna wî di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 10ê Gelawêja 1400an, hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî, li dukana wî de li bajarê Mehabadê binçavkiribûn û piştire bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn.