Kasibkarekî xelkê bajarê Dîwandereyê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî canê xwe ji dest da
16:20 - 28 Kanûna pêşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî xelkê bajarê Dîwandereyê, bi teqa rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî di rêya bajarê Endîmişk ya ser bi parêzgeha Xûzistanê de, canê xwe ji dest da.
Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê, 6`ê Befranbarê, kasibkarekî Kurd yê bê navê “Se`idî Sefayî”, xelkê bajarê Dîwandereyê, di rêya bajarê Endîmişkê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî canê xwe ji dest da.
Bi gotina çavkaniyekî agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetî bi awayekî teqe ji wî kasibkarê Kurd kirine, ku navbirî ti core tiştekî qaçax pê re nebûye.
Hêzên leşkerî yên hikûmetî bi bê agehdarkirina berê, teqe ji wî kasibkarê Kurd kirine û di encamê de navbirî canê xwe ji dest da.