Kasibkarekî Seqizê piştî 8 salan berengarîkirin digel “Qeti`ya nuxa`i”ê canê xwe ji dest da

11:47 - 9 Adar 2020

Heftiya derbasbûyî, kasibkarekî Kurd ê bi navê “Nasêh Şabazî” xelkê bajarê Seqizê ku bi teqeya yekek ji hêzên hikûmeta Îranê ve, rastî “Qeti`ya nuxa`i”ê hatibû û piştî 8 salan canê xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew kasibkarê Kurd li gundê “Îranşehir” a girêdayê navenda “Tîle Koy” a bajarê Seqizê, ji aliyê yekek ji hêzê hikûmetê ve bi dijwarî hatibû birîndarkirin”.

Herwisa wê çavkaniyê wiha jî got: “Heyama 6 meh bû ku bi awayekî giştî hêza hereketê ji wî de nema bû û roja Duşema borî navbirî canê xwe ji dest da”.

Herwisa vê çavkaniyê got: “ Fîrozî ku teqe li wî kasibkarê kiribû, di vê derheqê de nehate dadgehîkirin, belkî dewletê hindek parek wekî dîye bi malbata wî kasibkarê dabû û di heyama wan 8 salan de, hemû xercê nexweşxane û derman li ser wê malbatê bûye”.