Kasibkarekî kurd li Sine hat qetil kirin

14:02 - 3 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd, xelkê bajarê Sine a rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên leşkerî û întizam ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, li kamyaranê hat kuştin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, memûrên leşkerî ên bajarê Kamyaran a rojhilatê Kurdistanê, bi gulle reşandineke raste rast bi tirombêla çûneya “Peugeot(pêjo)405, ajovanê wê wesayêtê kuştin. Ew bûyere di roja sêşemî 30’ê çileya pêşîn(Disember) a 2014’an de qewimî.

Gorî raporta peyamnêrê Kurdpa; Ji tirsa gulle reşandina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê( li nav bajêr de û afirandibna tirs û wehşetan), ajovan ber bi rûbarê ve dajo û bi tirombêlê ve noqî bin avê dibe.

Termê welatiyê xendiqî (piştî 3 demjmêran), ji aliyê xelkên deverê ve, li bin avê tê derxistin.

Peyamnêrê ajansa nûçegihaniya Kurdpa ragihand: Kasibkarê bi wî awayî hatî kuştin, xelkê bajrê Sine a rojhilatê Kurdistanê bû ku ji riya cî bi cî kirina bar li cadeya Sine –Kirmaşan, debara jiyana xwe dikir.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, nasnameya kasibkarê hatî kuştin, ajansa nûçegihaniya Kurdpa re nehatiye ronî kirin.