Kasibkarekî Kurd li Serdeştê hat qetil kirin

16:44 - 21 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê dîsa bi reşandina gulleyan bi ser kasibkaran de, ciwanekî Kurd li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê kuştin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva yekşemî bervar 19`ê nîsana 2015`an, li devera sînorî a Serdeşt li gel başûrê Kurdistanê, hêzên leşkerî yên Îranê, gulle bi ser kasibkarên Kurd de reşandin ku di encamê de kasibkarekî jiyana xwe ji dest da.

Peyamnêrê Kurdpa li Serdeştê nasnameya kesê jiyana xwe ji dest dayî, Kerîm Muradî yê 45 salî ragihand.

Herwiha peyamnêrê Kurdpa ji zarê kesên agah û şahidên wê bûyera qetil kirinê, amaje bivê yekê jî kir: Kerîm Muradî li gel hejmarek kasibkarên din tu barên qaçax bi wan re nebûne belkî bi rêya kart (ciwaz)a yasayî ya sînorî ber bi Herêma federal a Kurdistana ve diçûn daku bo debara jiyanê bi pişta xwe kelûpelan cî bi cî bikin, lê mixabin rastî teqîna bi emd ya hikûmeta Îranê tên û yek ji wan jiyana xwe ji dest dide.

Gorî serjimêriyên berhevkirî li Navenda ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di destypêka Newroza evsal heya niha, 5 kasibkarên Kurd bi gulleyên rasterast yên hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.

Her têkildarî vê pirsê ajansa Kurdpa di raporteke şirovekirî-amarî de belav kirbû ku di sala borî ya Rojî de heya niha, 37 kasibkarên Kurd li deverên tixûbî yên Kurdistanê, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine kuştin û 42 kes jî birîndar bûn e.