Kasibkarekî Kurd, bi sedema kurbûna birînê canê xwe jidest da

20:20 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, bi sedema kurbûna birîna wî, di encama gulereşandina resterast a hêzên leşkerî ên hikûmetê, canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 12`ê Pûşperê, kasibkarekî Kurd yê bi navê “Yûnis Alton” yê temen 26 salî û kurê Umer û xelkê gundê “Nemincê” a girêdayî devera bajarê Pîranşarê bi sedema kurbûna birîna wî di yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de canê xwe jidest da.

Ew kasibkarî Kurd roja Yekşemî, 9`ê Pûşperê, bi sedema gulereşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bibû.

Ev Kasibkarî Kurd, bi sedema kurbûna birînan wî, bo nexwşxaneya bajarê Urmîyê hatibû veguhastin.