Kasibkarekî din yê kurd li sînorê Merîwane hate birîndar kirin

16:03 - 22 Hezîran 2013
Ajansa kurdpa:kasikareke kurd yê temen 22 salî û xelkê gunde” Kanî Mîran” a devera Merîwanê bi teqeya hêzên Întizami yên dewleta Îslamîya Îranê hate birîndar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, êvariya roja pêncşemiyê berwar 20’ê Hezîran a 2013’an, kasibkarekî kurd bi navê “Merîwan Kamiran” lê sînorê Başmaxê û li tirombêla xwe de kevte ber destrêja hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê û li encam de bi xurtî hate birîndar kirin.

Kasibakrê Kurd piştî birîndar bûnê jibo nexweşxaneya “Bûelî”ya bajarê Merîwanê hate veguhastin û pizîşkan rewşa saxlemiya wî xirab ragehandine.

Her wisa roja 19’ê Hezîranê hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li herêma Serdeştê teqe ji tirombêlên 2 kasibkarên Kurd yên binavên “Pêyman Xelkê gundê “Zûran”kirin û li encam de navbirî canê xwe li dest da û du kesên din binavên “Celal û Osman”bi xurtî birîndar bûn.