kasibkarekî bajarê Seqizê li ser sînorê Sêf, canê xwe ji dest da

11:42 - 27 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd ê xelkê bajarokê Sahêb a ser bi bajarê Seqizê, bi teqeyên hêzên leşkerî ên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya "Kurdpa"yê, roja Sêşemî 5`ê Sermawezê, kasibkarekî Kurd ê bi navê " Nasêh Azerpûr" xelkê bajarokê Sahêb a ser bi bajarê Seqizê, li encama gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî, li ser sînorê Sêf a wî bajarî, canê xwe ji destda.

Ew kasibkarê Kurd bi bê agehdarkirina berê, bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmetê, canê xwe ji dest da.

Pêka gotina cavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî ên hikûmetê, di halekê de teqe li wî kasibkarê Kurd kirine ku, navbirî ti tiştên qaçax pêre nebûye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragehand, hêzên leşkerî ên hikûmetê, piştî vekolîna kincên wî kasibkarê Kurd, dest ji ser 40 milyon perê wî kasibkarê Kurd de girtine.