Kasibkarek Kurd Seba Destrêjiya Hêzên Întizamî Hat Kuştin

13:35 - 22 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Çend rojan beriya niha 3 kasibkarên Kurd ku li bajarê Sine bi tirombîlek pir ji şimekan ber bi Tehranê sefer dikirin, li nêzîk bajarê Qezwînê ji aliyê hêzên întizamî yên Îranê dikevin ber destrêjiya guleyan û li encam de welatiyek Kurd bi navê Emîr Zendî, kurê Ebdulah tê kuştin û du kesên din jî bi navê Şapûr Zendî, kurê Mihemed û Salih Zendî, kurê Hacî Sadiq hatin birîndar kirin û piştre bi birîndarî hatin destbiserkirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa, hêzên întizamî piştre dest bi ser şimekên nav tirombîlê de girtin.

Ev sê welatiye xelkê gundê Serawsûreya Sine bûn û bo dabînkirina bijîva jiyan xwe jiyana pir ji tirs ya kirîn û firotina şimekên biyanî hilbijartine.

Li gor serjimêriya Ajansa Kurdpa ji 10 mehan borî ve heta niha li deverên Kurdakincî 73 kes ji kasinkarên Kurd ji aliyê hêzên çekdar yên Îranê hatine kuştin û 57 kesên din jî birîndar bûne.