Kasibkarek Kurd li Çaldiranê ji aliyê leşkerên Îranê ve hate kuştin

16:24 - 15 Nîsan 2012
Kurdpa: Sê rojan berî niha kasibkarek Kurd li herêma Çaldiranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve gulle b ser de hatin barandin, ku li encam de canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora Ajansa nûçegihaniya Kurdpa Ehmed Emûyî Mîlantemen 24 salî li dema ku dixwast here derve, li yek ji gundên wê herêmê de, kete ber destrêja rasterast a hêzên Întizamî ên hikumeta Îranê û canê xwe ji dest da. Li gorî zanyariyan navbirî xwediyê zarokek neh mehî bûye.

Ew kolber xelkê herêma Çaldirana ser bi bajarê Makûyê ye, ji bo peydakirina bijêwa jiyanê karê pirr ji tirs ê kasubiya li ser sînor dikir.