Kasbkarekî Kurd yê xelkê bajarê Serdeştê hate birîndarkirin

16:13 - 30 Îlon 2020

Eêvareya roja Sêşemî 8ê Rezberê, kasbkarekî Kurd yê bi navê “Mehdî Resûlzade” xelkê gundê “Bûbane” a ser bi bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Nokan” a ser bi wî bajarî hate birîndarkirin.

Ew kasbkarê Kurd bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ku li paygaha “Nokanê” cihgir bûn, teqe li navbirî kirin.

“Mehdî Resûlzade” di wê bûyerê de lingê wî birîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Serdeştê hate veguhastin.