Karxaneya çîmentoyê gundiyan koçber dike

20:23 - 19 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Şêniyên gundên derdora fabrîqeya çîmento (sîman) ya Îlama rojhilatê Kurdistanê, bi sedema toz û xweliya firawan ya ku ji karxaneyê derdikeve, gundên xwe vala dihêlin û koçberî bajaran dibin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di demekê de ku berpirsên karxaneya navborî behsa standard bûna wê fabrîqayê dikin, toz û xweliya bêendaze ya wê karxaneya çîmentoyê, gundên “Qenatava, Serabkarzan, Çêşmexezan û ÇêşmePehn (Kanî pan)” ên derdora fabrîqeyê, bê akincî man e.

Şêniyên wan gundan, xemsariya navendên hikûmî yên têkildar bi karxaneyê, ji sedemên sereke yên wan pirsgirêkan destnîşan dikin.

Yek ji rûniştiyên gundê Qenat li ser pirsgirêkên nestandardbûna wê fabrîqeyê, peyamnêrê kurdpa re ragihand: “Em roj û demijimêr nebin ku derkolanên xwe ji toz û xaliyê xawên nekin; hekî demsala havînê bi ser me de hat û bi qutbûna elektrîkê re alavên fênikker kar nekir in, dê jiyan li wir gellek bi zehmet be.”

Her li ser vê yekê gundiyên Karzan û Qenat bilêv kirin ku dema fabrîqe tê kontirol kirin û pirsgirêkên wê çareser dibin, em bo demekê be jî bi rahetî jiyan dikin.

Pêştir jî şêniyên gundê Karzan liser pirsgirêkên karxaneyê û arîşeyên ku bi sedema wê fabrîqeyên bi wan re dihatin holê, hemberî parêzgariya Îlamê xwepêşandan lidar xistibûn.
Pêwîste bê gotin: karbidestên fabrîqeya Îlamê beriya niha bi du salan, piraniya karkerên xwecihî (bûmî) ji kar derxistibûn.

Karxaneya çîmento (sîman) ya Îlam, li beşa Karzan û 20 km bakûrê Îlamê bi cih bûye ku piraniya dahata wê fabrîqeyê ji aliyê navenda Astengdaran (binyad mustezefam) a jêr çavdêriya navenda Rêberî ya hikûmeta Îslamiya Îranê ve tê misoger kirin.