Karnasên Jîngehparêz: Behra Urmiyê Be Bi Jinavçûnê Dice

19:10 - 2 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa- Komek ji navend û karnasên jîngehparêz di nameyek de daxwaz ji rêveberên Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê kirine ku çareseriyek ji bo behra Urmiyê peyda bikin.
Di vê nameyê de hatiye Behra Urmiyê yek ji girîngtirîn çavkaniyên avî yên Îranê tê hesêb û li mêj dem e ku dilsojên vê behrê dengê xwe yên nerazîbûnê bilind kirine, lê mixabin heta niha berpirsên Tehranê tu hewlek ji bo rizgarkirina behra Urmiyê nedane.
Deqa vê nameyê bo çendîn cihên dewletî weke deftera rêberî, civata diyarîkirina berjewendiyên nîzamê, deftera serokkomariyê û saziya jîngehparêzê hatiye şandin.
Mihemed Cewad Mihemedzade berpirsên jîngehparêzê Hikûmeta Îranê ragihandiye bi armanca rizgarkirina behra Urmiyê ji hişkbûnê em bi niyaz in ji Kurdistanê avê jêre veguhezin.
Li gor gortinên vî berpirsê boriyek 140 k.m bo veguhstina vê avê hatiye liberçavgirtin.
Berê jî Mihemedriza Tacedînî berpirsê cîgirê Parlemana Serokkomariyê, eşkere kiribû terha veguhastina ava rûbarê Eres û Kelwê bo behra Urmiyê heta sê salên din dê were cîbicîkirin.
Akinciyên bajarê Pîranşarê derbarê vê terhê, nerazîbûna xwe diyar kirine û li ser vê bawerê ne ku birina ava rûbarê Kelwê dibe sedema hişikbûna vê rûbarê.