Karmendekî Îdareya Giştî ya Ava Navçeyî ya Kurdistanê hate destbiserkirin

22:21 - 8 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Karmendeke Îdareya Giştî ya Ava Navçeyî ji aliyê hêzên îtla`atî ve hate destbi serkirin û bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata bajarê Sine hate veguhastin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja yekşemiyê 16-ê Befranbarê “Zaniyar Zimîran” Karmendê Îdareya Giştî ya Ava Navçeyî ji aliyê Hêza îtila`atê ve hate destbiserkirin.

Ew karmendê Îdareya Giştî ya Ava Navçeyî ya Kurdistanê xwedî pêşîneya kar di warên şêvirmendê ferhengî ê şirketa ava navçeyî ya Kurdistanê, birêveberiya pedafenda “xeyrî amil” û birêveberê kirîzên şirketa ava navçeyî ya Kurdistanê ye.

Ji roja Duşemiyê 10-ê Befranbarê ve heya niha 10 kes ji çalakên jîngehparêzî û medenî li bajarên Kamiyaran û Sine ji aliyê hêzên îtila`atî ve hatine destbiserkirin, û hêzên îtila`atî di dema destbiserkirina wan çalakvanan de, ew çalakvan îşkence kirine.

Ew 10 çalakvanên Kurd, bo lêpirsînê di girtîgeha îtila`ata Sine de ne, û li ser çarenivîsa wan tu zaniyariyek tuneye.