KARMENDEK TV'EK KURDÎ LI MERÎWANÊ HATE BINÇAVKIRIN

21:33 - 8 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Roja bihorî berhevkarê Televzyonek Hukûmeta Herêma Kurdistana Êraqê li Merîwanê bi destên Hêzên Ittila’ata Komara Islamiya Îranê hate binçavkirin.

Pêka rapora Kurdpa, 8’ê Îlonê “Kiyan Cîhanî” ê Karmendê “Kurdistan Tv” ji aliyê Hêzên Ewlehiye Ittila’atê ve hate dest biserkirin.

Rapora şandî bo Kurdpa bahsa viya dike ku ev berhevkare mijûlî qeyîdandina Dîmenên qelibîna maşînan li Sînorê Başmaxa Merîwanê bû.

Kiyan ku temen 40 Salî ye, xelkê gundê “Demeyo”a Serw Abada Merîwanê ye.

Heya niha sedema binçavkirina wî ne xuya ye.

Tv a Kurdistan Tv ku Organa fermiya Partiya Demokrata KUrdistanê ye li Merîwanê bi awayek fermî Nivîsîngeh hebû.