Karesat li zindanên Îranê / Di mehekê de 60 kes hatine daliqandin

21:29 - 7 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Rêjeya berçav a darvekirina hemwelatiyên Îranî di wan hefteyên dawiya mehê de, ligel bêdengiya watedar a navendên navdewletî û civaka cîhanî re rû bi rû bûye.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, zindaniyekî Kurd ê pêyrewê ola “Yarî” ku bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin, di nameyeke servekirî de, azar û eşkenceyên ku li girtîgehê bi wî hatî kirin eşkere kiriye û zextên li ser malbata xwe daye diyarkirin.

Nasnameya wî welatiyê Kurd ê Kirmaşanî, Ferdîn Husênî hatiye destnîşan kirin ku ew 6 salin ji aliyê wezareta îstixbarat (Îtilaat) a Îranê li zindana bajarê Heştgirda Îranê , eşkence bi wî tên kirin.

Navborî ku bi tometa terorkirina pêşnimêjê roja înê li Kirmaşanê hatiye mehikûm kirin, tevî derewandina wî hukmî bilêv kir: “Ew 6 sal in ez bêguneh li girtîgehên navendên ewlekarî ên Îranê de, bin eşkenceyên giran de me.”

\"26886.jpg\"
Berevanîkirina Ferdîn Husênî a ji xwe hember hukmê qazî tu encamek bi xwe negirtiye
Nêzbûna hukmê daliqandina wî welatiyê Kurd ê tabêi (peyrewê) ola Yarî (elî yulahî) di demekê de ye ku di 3 rojên borî de li Qilhisara Kerecê, Herî kêm 25 kes (bi 20 û 25 sal temen), bi ode û jorên take kesî bo daliqandinê hatine veguhest in.

Hefteya borî jî dîsa 12 kes bi hinceta bazerganî kirin bi madeyên hişber hatibûn darvekirin.

Îdamkirina bi kom tenê li zindana Qizil Hisar a Krecê di meha borî de ji 80 kesan derbas bû; bi awayekî ku Parêzerên Mafên Mirovan ji bêdengiya civaka cîhanê hember wê karesata moirovî pir bi dilgiranî tev geriyabûn.

Her girêdayî vê pirsê, Saziya Mafên Mirovan li Îranê tevî dilgiraniya xwe ji wan kiryarên nemirovane ên hikûmeta Îranê li girtîgehên Îranê, ragihandin: Divê Civaka cîhanî hember wan kiryarên Îranê bertekê nîşan bide û wan kiryarên Îranê şermizar bike.

Beriya niha bi çend rojan, 220 nûnerên parlamentoya Ewropa jî, rewşa mafên mirovan li Îranê bi awayekî kavil û kambax destnîşan kirbûn û ji Îranê xwestibûn ku bi awayekî lezgîn yasayên parastina mafên mirovan li wî welatî berçav bigrin.

Gorî bîlançoyên li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatinî tomar kirin, di 17 rojên borî de 62 kes li Îranê hatine bi dar vekirin ku 5 kes ji wan Kurd bûne.

Sala borî 700 kes li Îranê hatibûn îdamkirin.