Kangeha “Qizil Qiye” li parêzgeha Sineyê hate dayxistin

17:27 - 27 Nîsan 2021

Berpirsê Dadgusteriya Parêzgeha Sineyê, bas ji daxistina kangeha “Qizil Qiye” li bajarê “Sirîşava” ya ser bi parêzgeha Sineyê kir û got: “Dayxistina wê kangeha kevir, li ser biryara “Stada Birêvebirina Fermana Xumeynî” bûye”.

Pêka gotina “Husên Husênî”, aliyê şikayetkirî yê dayxistina kangeha kevirên Mermera “Qizil Qiye” ya bajarê “Sirîşava”, “Stada Birêveberî ya Fermana Xumeynî” bûye.

Ew kanegha kevirên Mermer, dê radestî “Stada Birêveberî ya Fermana Xumeynî”  bê kirin. 

Kangeha kevirên Mermer a bajarê “Sirîşava” ya ser bi parêzgeha Sineyê, yek ji baştirîn û binirxtirîn kevirên mermer e ku, xelkê wî bajarî  ji derxistin a wî kevirî, bêparin.