Kanên granît yên herêmên Kurd rûniştî, bi şarên din yê Îranê tên birin

16:52 - 11 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa : bi salane ku kevirên kanên parêzgeha Azerbaycana rojava ji aliyê kesên biyanî tên der anîn û bo kargeh û fabrîkên şarên din yê Îranê tên rakirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina yekik ji rûniştiyên herêma Serdeşt, midê nêzî 8 salane ku kana kevirê Giranît li nawçên serhediya şarê Serdeşt- Herêma Kurdistan, ji aliyê kesik ser bi hukûmetê tê deranîn û bê wê hindê ku behreyik bo rûniştiyên nawçê hebe.

Her ew serekanî ragihand, xwediyê wê kanê li salên borî de li herêma Serdeşt, fermandeyê yekik ji paygahên mîlîtariyên hukûmeta islamiya Îranê ye û niha kana “ Basar”ê bi navê xwe tûmar kiriye.

Serekenî şanî hindê ji kir, kana “ Basar” ku li nêzîkî gundê “ Qelereş”a şarê Serdeştê deye, li midê 8 sallên borî de heya niha çi behreyik bo rûniştiyên xelkên nawçê çinebûye û xencî hindê ku kirêkarên wê kanê ji ne ji xelkên wirin.

Niha 56 kanên giranît li şarên” Serdeşt, Mihabad, Bokan, tikab û sayîn qela”a parêzgeha Azerbaycana rojava hene ku li sal de 291,000 ton kevirê Giranîtî jê dertînin û gelempera kevirên wan kanan jî bi şarên “ Binav û Isfehan” tên rakirin.
\"14539.jpg\"

\"14538.jpg\"