Kampayna piştiwanî ji Hepsiyên Siyasî, civînekî nerazîbûnê birêve dibe

14:34 - 9 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa:” Kampayna piştîwanî ji Hepsiyên Siyasî û Sivîl ên Rojhilata Kurdistanê”civînek nerazîbûnê li hember nivîsîngeha parlemana Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê birêve dibe.

Sebrî Behmenî yek ji birêveberên civîna han di pêywendiyek telefonî de tewî ajansa kurdpa ragehand: Demjimêr 2’ê piştî niwro a îro Şemî 9’ê Şibata 2013’an civînek nerazîbûnê ji aliyê Kampayna piştîwanî ji girtiyên siyasî û sivîl yên Rojhilta Kurdistanê bi armanca mehkûm kirina zext û giwaşên ser girtiyên siyasî û malbatên wan û her wisa girtin û binçav kirina berbilav a Xwendekarên Kurd û Rojnamenivîsan li rojhilata Kurdistanê birêve dibin.

Navbirî li dirêjiya axaftina xwe de basê vê yekê kir ku, di civînê de daxuyaniyek ji aliyê desteya rêveber a civînê, rû li hemû rêkxistin û nawendên mafê mirovan tê xwendin.ji aliyek din daxwaz ji hemû partî û rêkxistin,çelengên sivîl û rojnamenivîsan û dezgehên ragehandinê kirin ku jibo piştîwanî ji hemû girtiyên siyasî û sivîl li rojhilata Kurdistanê, pişikdariyê div ê civîna nerazîbûnê de bikin.