Kampayna Mewlûd Afend nameyek jibo Serokê Herêma Kurdistanê bilav kirin

15:38 - 28 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Pitir ji 200 endamên Kampayan “Mewlûd Afend” bi hinceta lêkolîn û lêpirsînê li ser doz û bezirbûna “Mewlûd Afend” sernivîskarê dizî yê Kovara “Kurd û Îsrayîl”, nameyek jibo Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nivîsandin.

Nusxeyek ji vê nameyê ku gihîştiyê ajansa kurdpaê wek xwe tê bilav kirin:
Rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
Silav û Rêz

Hevceye wek serokê welat jibo cara dawîn hawara xwe jibo ve bînin ku Rojnamevanek Rojhilatê Kurdistanê seva çelengiyên siyasî hatibû Başûrê Welat,nêzîk bi 9 mehan di vê parçeyê de hatiye bêserûşuên kirin û çi kes û aliyek xwe bi berpirsyar nizane.

Mewlûd Afend ku xwediyê karta Îqameya giştî ya asayêşa herêma Kurdistanê ye li 2012.6.8 piştî serdanekê bo bajarê Silêmaniyê heya niha bêsere û di heyamê han de me bi awayên cûrbicûr hewil daye ku bizanin li koraye,lê heya niha çi hêz û aliyek alikariya me nakin û me çi encam bi dest neanîne, bi taybet ku boyera han li herêma bin deshilatdariya Yeketiya Niştîmanî de qewimiye û kêmtir alikariya dikin.

Em wek Kampayina bi hewar çûna rojname nivîsê han ku heyamê 9 mehane me hewil daye ku bizanin çi htiye serê wî, em li rûyê neçariyê hawara xwe jibo ve tînin da ku deshilata cenabê te wek Serokê herêmê bigihîje hawara vî rojname nivîsê Kurdê rojhilatê Kurdistanê û rê nehê dan Kurd li Kurdistana Azad wek diyariyek pêşkeşî neyaran bihê kirin û eger jî hatiye kirin em li çarenivîsa vî bihên haydar kirin.