“Kamîl Seydanmesken” ji girtîgeha bajarê Urmiyê dest avête gireva birçîbûnê

18:19 - 16 Çirriya pêşîn 2022

“Kamîl Seydanmesken” (Cebarvend), girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Çiryava” yê girêdayî devera Mirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê, bi nîşaneya nerizayetî li derheq bêparkirin ji mafê mirexesiyê, gireva birçîbûnê girtî ye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew girtiyê siyasî çend caran daxwaza mirexesiyê kiribû, lê berpirsên girtîgehê daxwaza wî girtiyê Kurd red kiribûn.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew girtiyê Kurd ew heyama çar rojan e ku dest avêtiye gireva birçîbûnê û heta niha berpirsên girtîgehê, bersiva daxwazkariyên navbirî nedane.

Meha Rezbera sala 1400`an a rojî, ew girtiyê Kurd ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê, bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya netewî ji rêya endambûn digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê”, bi 7 sal girtîgeha te`izîrî, hatibû cezadan.

Ew girtiyê Kurd roja Duşemî 20`ê Rêbendana sala 1399`an a rojî, li taya 6 a lêpirsîn a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê, tohmeta ku li dijî navbirî hatibû sepandin hatibû diyarîkirin û bi tohmeta “endambûn digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê”, hatibû cezadan.

Roja Çarşemî 12`ê Sermaweza sala 1399`an a rojî, ew girtiyê Kurd, ji aliyê hêzên Biryargeha Hemize ya Spaha Pasdaran, hatibû binçavkirin.

Piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd, Biryargeha Hemze bi belavkirina daxuyaniyekê tohmeta “endambûn digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” li ser wî welatiyê de hate sepandin.

“Kamîl Seydanmesken” (Cebarvend), roja Şemî 18`ê Rêbendana sala 1399`an a Rojî, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha “Elmehdî” ya bajarê Urmiyê, bo benda dabirgeh a girtîgeha Navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.