Kamêran: “Fuad Mihemedî” li pêvajoya xwenîşandanan de bi teqeya hêzên ewlehî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da

12:51 - 16 Çirriya paşîn 2022

Şeva Sêşemî 24`ê Xezelwera 1401`an, welatiyê nerazî yê bi navê “Fuad Mihemedî” temen 38 salî û xelkê gundê Mawyanê bi sebeba teqeya hêzên hikûmeta Îranê di xwenîşandanan de canê da.

Ew welatiyê Kurd yê nerazî piştî birîndarbûnê bo nexweşxaneya bajarê Kamêranê hat veguhastin lê mixabi,n wir canê xwe ji dest da.

“Fuad Mihemedî” xîzandar e û xwediyê du zarokan e. 

Herwisa di xwenîşandanên roja Sêşemî 24`ê Xezelwerê de, çendîn welatiyên din jî birîndar bûn.

 Şeva Sêşemî 24`ê Xezelwerê, xelkê nerazî yên bajarê Kamêranê dest dan bi xwenîşandanan û şeqamên bajar girtin dest û agir hilkirin û silogan dan û piştire hêzên ewlehî yên hikûmetê li hember xelkê derkevtin û rasterast teqe ji xelkê kirin ku di encamê de çendîn welatiyan canê xwe ji dest dan û hinek jî birtîndar bûn.