Kaibkarek Kurd bi teqeya rasterast a hêzên dewleta Îranê hat kuştin

13:38 - 5 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Kasibkarek Kurd yê xelkê bajarê Pawê li rêya navbera Sawe bo Tehranê bi teqeya hêzên Leşkirî yên Komara Îslamiya Îranê canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja Duşem berwar 4’ê Gulana 2013’an hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li rêya Sawe bo Tehranê, teqe ji tirombêla kasibkarek Kurd yê xelkê bajarê Pawê binavê “Nebî Edullahî” kirin û li encam de navbirî canê xwe ji dest da.

Çavkaniyek haydar li bûyerê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa raghenad, li heman demê de û li encama teqeya hêzên dewletê de kasibkarek din yê xelkê bajarê Pawê binavê “Salih Salihîfer”temen 28 salî bi xurtî birîndar bû û jibo çareseriyê bo nexweşxaneyê hate şandin.

hêzên dewletê tenê bi egera hebûna kel û pelên yasax tirombêla wan du kasibkarên Kurd kirine amanc.

li gora dawîn amara tomar kirî li nawenda amara kurdpa,ê li heyamê 45 rojên bihurî de 6 kasibkarên Kurd di nava cadeyên Îranê de hatine kuştin ku li vê rêjeyê 4 kes bi teqeya hêzên Întizamî yên dewletê kuştî û birîndar bûne û du kesan jî seva bûyerên hat û çunê cane xwe ji dest dane.