Jornalîstik Kurd li şarê Seqiz, bangî dadgeha inqab kirin

14:57 - 1 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: sernivîskarê malpera Şar news li şarê Seqiz, bi tometa aloz kirina raya giştî, bangî dadgeha inqilaba vîşarî kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdap, Hîwa Fûladî, jornalîst û sernivîskarê malpera Şarnews, iro, Çarşem, 9ê Rezber, 1 October 2014, li dadgeha inqilaba şarê Seqiz de tê dadgehî kirin.

Nûçe gihanê Kurdpa li şarê Seqiz, ragihand; Hîwa Fûladî bi hegera çend gotin û raportik li malpera Şarnews de, ji aliyê dadgeha inqilaba vîşarî de, bi aloz kirina raya giştî, hatiye tometbar kirin.

\"22370.jpg\"
Hiwa Fûladî, sernivîskarê malpera Şarnews
Hiwa Fûladî, sernivîskarê malpera Şarnews, xêncî pişrast kirina vê nûçê, bi ajansa Kurdpa ragihand: li ser şikayeta Nadir Fexrî ku fermandarêşarê Seqize, bangî dadgehê kirine.

Pêştir jî jornalîstik ji malpera Şarnews, bi hegera berhev kirina nûça xebatên kempêyna kom kirina alîkarî bo jêqewimiyên Şingalê, kamêraya wî ji aliyê dezgeha Emakina şarê Seqizê de hatibû zewt kirinê.

Bang kirina sernivîskarê malpera Şarnews bo dadgehêû tometbar kirina vî li rewşik deye ku, Xalid Tevekkulî, mamosteyê zanîngehê li şarê Seqizê de, pêştir li kurte nivîsik de seba malpera Şarnews, bas ji hindê kiribû ku, malpera Şarnews, xwe ji berçavtengîû tundajotiyê bi dûr digire û tev hindê jî rewşik rexnegirane girtiye ber xwe.

Malpera Şarnews, li bihara îsal de, paşîpitir ji 2 salan ji daxistin, bi sernivîskariya Hîwa Fûladî li şarê Seqiz de, dest bi xebatê kiriye.