Jiyannameya Şivanperwer hate çap û bilavkirin

15:00 - 29 Hezîran 2012
Kurdpa: Jiyannameya Şivan perwer hunermendê navdare Kurd li Stembolê li bi zaravayê Kirmanciya serê ji aliyê weşanxaneya Newbuhar ve hate çapkirin.

Ajans û nûçegihaniyan bilav kirin ku “Şivanperwer efsaneya Zindî” navê pirtûkeke 329 rûpelî ye ji nivîsîn û amadekirina Ebdulla Înceken ku berhema sî gotûbêjên cuda cuda bi Şivanperwer re ye, li qonaxên cur bi cur ên temenê wî de.

\"5021.jpg\"
Di vê pirtûkê de cuda ji hevpeyvînan, bîreweriyên gellek kesayetiyên siyasî ên Kurd bo mînak Mesûd Barzanî di gel Şivan perwer û çawaniya nasyariya wî ya bi Şivan re hatiye bicih kirin, herweha 24 rûpel ji bo wêneyan hatiye terxan kirin.

Şivan perwer hunermendê navdare Kurd ku niha li herêma Kurdistana başûr de akincî ye û li Kurd 1’ê de kar dike, xelkê bajarê Orfa ya Kurdistana bakûr e. Wî zêdetir ji sê dehikan xizmeta gelê xwe di warê hunerî de kiriye.