Jinik li girtîgeha Ormî, li sêdarê dan

22:52 - 27 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: rêxirava girtîgehên hukûmeta islamiya Îran, welatiya Kurd li girtîgeha sêntrala Ormiyê li sêdarê dan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja borî, 4ê heyva Aban, tawanbarik bi kirîn-firotina narkozan bi navê “ Cazê Derwîş Zadê” li Ormî hate li sêdaredanê.

Ew jin ji xelkê gundê “ Kelan Kanî” ji dewera Tirgewera Ormiyê ye.

Serekaniyik agadar ji hundirê girtîgeha sêntrala Ormiyê xêncî erênî kirina vê nûçê , bi ajansa Kurdpa ragihand: li sala borî de 2 ji zarokên “ Cazê”(kur û Keçik) hatin girtin ku kurê vê li girtîgehê hate sêdaredanê ku bû bandor ser ruh û canê keça vê û ew jî li sedem Enfariktûs( Sekta Qelbî-Celta dil) li girtîgehê canê xwe ji dest da.

Îro termê vê jinê bi malbata Derwîş Zade yê bê danê û rêresma taziya vê li gundê Kelan Kaniyê be.

Pêştir jî 3 jin li Ormî û yekik jî li Kirmanşanê hatibûn sşdaredanê.

Bi piştrast kirin bi sentera statîstîkên Kurdpa, ji despêka demsala Payîza îsal heya niha 9 jin li Îranê hatine sêdaredanê.