Jineke xelkê gundê “Dizlî”yê agir berda cesteya xwe

16:51 - 26 Çirriya paşîn 2020

Heyama 10 roj beriya niha, jineke Kurd ya bi navê “Leyla Ferhadî” temen 38 salî û keça Kerîm, hewla şewitandina xwe dabû û piştî 10 rojan canê xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew jina Kurd, bi sedema pirsgirêkên malbatî, agir berda cesteya xwe.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Ew jina temen 38 salî, piştî veguhastina wê bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Kirmaşanê û razandina wê di wê nexweşxaneyê de, bo heyama 10 rojan, roja derbasbûyî bi sedema kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Termê wê jina Kurd, li cihê jidayîkbûna wê bi axê hate spartin.

“Leyla Ferhadî” selt bû.