Jineke temen 40 sal li bexşa Sûmar bi sedema teqîna mînê birîndar bû
17:32 - 23 Adar 2021
Bi sedema teqîna yek ji mînên bicihmayî yên şerê di navbera Îran û Îraqê de li bexşa Sûmar ya ser bi Qesraşîrîn, welatiyeke jin a temen 40 sale, birîndar bû.
Ew bûyera li devera “Çeqahmamî” ya bexşa Sûmar ya ser bi bajarê Qesraşîrîn, rû daye.
Fermandeyê hêzên leşkerî yên bajarê Qesraşîrîn di vê derheqê de ragihand: “Ew jina temen 40 sale, li dema derbazbûn ji wê deverê, yek ji mînên bicihmayî li bin pêyê wê de diteqe û li wê bûyerê de lingê wê yê çepê birîndar dibe.
Herwisa ew jine hevwelatiye bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Bajarê Sûmar kêm heşîmetirîn bajarê Îranê ye û li ser sînorê Îran û Îraqê hilkevtiye û heta bajarê Mendelî 15 kîlometir mewda heye.