Jinekê temen 20 salî xelka bajarê “Selmasê” dawî bi jiyana xwe anî

11:35 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Roja Pêncşemî 7ê Kanûna Paşîn a 2021an, jinekê ciwan a bi navê “Perîsa Hacî doxt” keça Hakim temen 20 salî bi sedema pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyan xwe anî.

Ew jina ciwan, xelka gundê “Koze Reş” a ser bi bajarê Selmasê û rûniştiya bajarê Urmiyê, li rêya xwe bi dar ve kirinê ve dawî bi jiyan xwe anî.

Ji aliyek dinê ve welatiyekî temen 37 salî xelkê bajarê “Serawle” li parêzgeha Kirmaşanê bi xwarina hebê birinc dawî bi jiyana xwe anî.

Çavkaniyên xwcehî di vê derheqê de dane zanîn ku wî welatiyî niv demjimêr berya xwekujiyê kurte fîlmek ji xwe girtiye û basa wê hindê kire ku çima dawî bi jiyana xwe aniye.