Jineke Kurd a xelkê bajarê Seqizê bi sedema vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da

16:56 - 1 Adar 2020

Roja Şemî 10`ê Reşemê, jineke Kurd a temen 55 sal û xelkê bajarê Seqizê ya bi navê “Zeyneb Hîcazî” tûşbûya bi vîrûsa Koronayê, di nexweşxaneya wî bajarê de canê xwe ji des da.

Berpirsên navenda tendirust û dermaniya bajarê Seqizê, canjidestdana wê jina welatî a Kurd di beşa çavedêriya taybet a nexweşxaneya bajarê Seqizê de piştrast kiriye.

Berpirsê Zanîngeha Pizîşkî a Kurdistanê bas ji vê kiriye, ku heya niha encama ceribandina wê jina Kurd nehatiye ragihandinê û heya niha sedema canjidestdana wê jinê nexuyaye.

Axavtina Rezayî di halekê de ye ku cenazê wê jina Kurd, bi şev bi axê spartine.