Jineke ciwan ji aliyê birayên xwe ve û bi tawana “namûsî” hate kuştin

16:26 - 1 Kanûna pêşîn 2020

Roja Yekşemî 9ê Sermawezê, jineke ciwan ya bi navê “Sergul Hebîbî” temen 31 sale û xelkê gundê “Sûrwaz”ê yê bexşa navendî ya bajarê Sineyê, ji aliyê birayên xwe ve hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew jina ciwan, xêzandar bûye û bi sedema pirsgrikên namûsî ji aliyê birayên xwe ve hatiye kuştin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Sergul Hebîbî bi sedema pêwendiya hezkirin digel kesekî din, ji aliyê sê birayên xwe ve hatiye hincîhincîkirin”.

Çavkaniya agehdar ya Kurdpayê li derheq vê bûyerê ragihand: “Termê wê jina ciwan roja derbasbûyî li goristana “Bihişta Mihemedî” û bi beşdariya 5 heta 6 kesan teslîmê axê kirin.

Ew jina temen 31 sal li bajarê Sineyê bû qurbaniyê pirsgrikên jinkujî û heya niha bikujên wê jinê xwe radestî polîsan nekirine.

Li gor madeya 220 a yasaya bingehîn ya Îranê, “di demekê de bav an bapîrê wê/wî- ji aliyê bavkê ve- zarokê xwe bikuje nayê îdamkirin û bi dana diyeya kesê ku hatî kuştin, bikuj bi awayekî teizîrî tê cezadan.