Jineka Serdeştî ya Akinciyê welatê Norwêjê bi destê Mêrê xwe hate kuştin

13:45 - 26 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka Kurd ya xelkê bajarê Serdeştê û akinciyê welatê Norwêjê li mala xwe de bi destê mêrê xwe hate kuştin.


Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Şewa Duşem berwar 25’ê Hezîranê Helale Xizrî xelkê bajarê Serdeştê û akinciyê welatê Norwêjê, ji aliyê Mêrê xwe yê binavê “Mistefa Xizrî” hate kuştin.

\"13493.jpg\"
Helale Xizrî xelkê bajarê Serdeştê
Helale Dayika 2 zarokan bû û 10 salan beriya niha tevî mêrê xwe li welatê Norwêjê akincî bibû.

Tê zanîn ku Helelê daxwaza cûd bûnê ji mêrê xwe dikir,lê diyar niye sebebê kuştina vê çiye.