Jineka Kurd li herêma Miyanduavê dawî bi jiyana xwe anî

13:21 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka Kurd ya xelkê yek li gundên herêma Miyanduavê seva hejarî û belengaziyê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja duşem berwar 2’ê Tîrmeh Jineka Kurd ya binavê “Xatun Mînayî”keça Elî û akinciyê gundê “Gamêş Golî”ya ser bi bajarê Miyanduavê bi darvekirina xwe dawî bi jiyana xwe anî.

Xatun xwediyê 3’ê Zarokan e û dinava malê de bi werîs xwe xendiqandiye.

Li gor amara tomar kirî li navenda mara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara îsal heya niha 22 Jinên Kurd li herêma Kurdistana Îranê dawî bi jiyana xwe anîne ku 8 kesan ji wan bi rêya darvekirinê xwe kuştine.