Jineka Kurd li bajarê Merîwanê agir berda bedena xwe

13:40 - 20 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka xelkê bajarê Merîwanê seva hin pirsgirêkên malbatî agir berda bedena xwe û dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,roja çarşem berwar 17’ê Nîsana 2013’an Jinek binavê Şermîn Efruşte temen “33”sal û xelkê bajarê Merîwanê seva pirsgirêkek malbatî agir berda bedena xwe û canê xwe ji dest da.

Jina han xwediyê du zarokan bûye û dixwast ji mêrê xwe cûda bibe,û her seva vê yekê dîtina zarokên vê jê hatibû qedexe kirin.

Çavkaniyê basê vê yekê jî kir ku termê Şermînê seva xur bûna agir bi tevawî şewitî bû.