Jinek temen 35 salî bi sedema teqîna mînê birîndar bû

18:08 - 12 Şibat 2022

Roja Înê 22`ê Rêbendanê,li bajarê Dîwandereyê, jinek temen 35 salî bi sedema teqîna alavên teqemenî yên bicih mayî yên li heyama şerê di navbera Îran û Îraqê de, bi awayek dijwar birîndar bû.

 “Îsa Baziyar” çalakvanê mafê mirovî li vê derheqê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Ew welatiya digel malbata xwe bo seyranê serdana devera Beyatî ya girêdayê bajarê Dehloranê kiribû mixabin, rastî wê bûyerê hatiye.

Navbirî herwisa ragihand: “Ew jina temen 35 salî bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Dehloranê hatiye veguhastin lê mixabin, rewşa tendirustiya wê nebaş e.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 18`ê Rêbendanê, zarokek temen 11 salî ji zozaniyên koçkirî yên bajarê Qesraşîrîn, bi sedema teqîna mînê birîndar bibû.

Herwisa roja Şemî 16`ê Rêbendanê, zarokek temen 5 salî yê bi navê “Soheyl Haşimî” li bajarê Mêhranê, bi sedema teqîna mînên kom nekirî birîndar bibû , û ew zarok li cihê zozaniyên “Rezava” li dema lîstinê de, rastî wê bûyerê hatibû.