Jinek li bajarê Sinê bi destê Mêrê xwe hat kuştin

13:55 - 28 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka Kurd li bajarê Sinê li dema berdanê (Telaq)de,ji aliyê mêrê xwe bi derba fîşekan hat kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja Şemiyê berwar 27’ê Nîsana 2013’an Jineka Kurd li gel mêrê xwe binavê “X”bi armanca lêk cûdabûnê serdana mala Mela “E. K” dikin li taxa Feyzava ya bajarê Sinê û li encama çêbûna şer di navbera wan de, bi destê mêrê xwe hat kuştin.

Çavkaniyek haydar li bûyerê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: “X”kesekî ser bi Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê ye û çeka dewletê hebûye û li encama vê pirsgirêkê de 5 fîşekan li jina xwe dide û jina vî li cî de canê xwe ji dest dide.

Çavknaiyê basê vê yekê jî kir,ku wan xwestine bi awayek ne yasayî û dûr li biryara dadgehê ji hev cûd bibin.