Jinek li bajarê Pîranşehrê dawî bi jiyana xwew anî

17:48 - 29 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 2`ê Befranbarê, jinek a bi navê “Gelawêj Ezdî” keça “Elî” û xelkê gundê “Dirbke”yê ser bi bajarê Pîranşehrê, hewla xwekujiyê da.

Ew welatiya ji rêya xwe darvekirinê ve hewla xwekujiyê dabû û dawî bi jiyana xwe anî.

 “Gelawêj Ezdî” dayîka du zarokan bû û heta niha sedema xwekujiya wê jinê bo Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê rohn nebû ye.

Herwisa roja Şemî 20`ê Sermawezê, nûgihanek a bi navê “Dîmen Bayezîdî”, keça “Îsmaîl” û xelkê bajarê Mihabadê, bi sedemek nexuya dawî bi jiyana xwe anî.

Ew nûgihana bi rêya xwarina hebên “birinc” dawî bi jiyana xwe aniye.

Her di wê derheqê de, roja Yekşemî 5`ê Befranbarê, jinek ciwan a bi navê “Zara Sabirî”, keça “Siltan”, xelkê gundê “Qunî”yê ser bi devera Soma û Biradost a girêdayê bajarê Urmiyê agir berda xwe û dawî bi jiyana xwe anî.

Ew welatiya piştî xwe şewitandinê bo nexweşxaneya “Xumeynî”ya li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin, lê bi sedema rêjeya zêde ya şewitîna navbirî canê xwe ji dest da.