jinek li bajarê Ciwanroyê agir berda cesteya xwe

13:13 - 1 Çirriya paşîn 2020

Roja Şemî 10ê Xezelwerê, jineke Kurd a xelkê Ciwanroyê bi sedema îzinedana bajarvaniyê bo çêkirina xanî, agir berdaye cesteya xwe

Endamekê Şêwreya bajarê Ciwanroyê di vê derheqê de ragehandiye: “Li bajarvaniyê îzna çêkirina xanî bi wê malbatê re nehatiye dan, lê ew malbat li hewla çêkirina qata duyê bûne, ber wê hindê bajarvanî îzn nedaye wan ku ev yek jî bûye sedema ku ew jin agir berdete cesteya xwe.

Herwisa wî Endamê Şêwreya Bajarvaniya Ciwanroyê ragehandiye: “Dibe bajarvanî reftarek baştir digel wê jinê kiriba heta ku ew jin xwe neşewitîne

Ew welatiya Kurd niha li beşa şewtiyên nexweşxaneya “Xumêynî” li bajarê Kirmaşanê li jêr çavdêriya pizîşkî de ye.