Jinek Kurd li bajarê Dîwandere bi awayek goman kirî hatiye kuştin

14:52 - 28 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: jinek li herêma Dîwandere bi awayek goman kirî hatiye kuştin.

Li gori nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpaê,êwariya roja Şemî ,berwar 7’ê Rêbendan, jinek Kurd a bi nave “Perîsa Qeyserî”temen 27 salî li gundê “Baqir Awa”a ser bi bajarê Dîwandere bi awayek goman kirî hatiye kuştin.

Çavkaniyek haydar bi Ajansa Kurdpaê ragehand:Perîsa nêzîk bi 3 salan berî niha mêr kiriye û di heyamê han de çendîn car ji aliyê merê xwe kevtiye ber lêdan û ezyetê.

Li ser termê vê jinê çend cih diyarin ku bi kelbetan goştê bedana vê jêhatiye cûda kirin û bi awayek cihê şik û gomanê hatiye fetisandin.