Jinek ciwan li bajarê Pîranşehrê dawî bi jiyana xwe anî
18:01 - 8 Kanûna Paşîn 2022
Roja Pêncşemî 16ê Befranbarê, jinek ciwan a bi navê “Îlham Ateşberg” temen 29 salî û keça “Îsmaîl” xelkê bajarê “Pîranşehrê”, bi sedema pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew jina ciwan ku dayîka kurek 8 salî bû, bi rêya derman xwarinê, dawî bi jiyana xwe aniye.
Herwisa wê çavkaniyê got: “Berê jî dayîka Îlhamê jî bi sedema pirsgirêkên malbatî hevla xwekujiyê dabû û dawî bi jiyana xwe anîbû.