Jinek ciwan ji aliyê birayên xwe ve hate kuştin

18:15 - 5 Kanûna pêşîn 2021

Şeva Înê 12`ê Sermawezê, jinek a bi navê “Seher Muradî” temen 33 salî, bi lêdana çeqûyan ji aliyê birayên xwe ve li gundê “Baverêz” ê ser bi bajarê Sineyê hate kuştin.

Çavkaniyeke agehder di wê derheqê de bi “Kurdpa”yê Ragihand: “Ew welatiya bi sedema peywendî digel kesek din, ji aliyê birayên xwe ve bi derba çequyan hatiye kuştin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Seher Muradî” dayîka du zarokan e û hevjînê wê du sal berî niha canê xwe ji dest daye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiyeku roja Şemî 13`ê Sermawezê, termê wê welatiyê bi bê birêvebirina rêûresm û sersaxiyê bi axê hatiye spartin.

Wê çavkaniyê di berdewamiyê de got ku heta niha ti kes ji bikujên wê jinê ji aliyê navendên peywendîdar ve nehatine binçavkirin.

Bi piştgirêdan bi amara tomar kirî li Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, ji 25`ê “November”a sala 2020`an heta 25`ê “November”a sala 2021`an, di gelemper de 38 haletên kuştina jinan li Rojhilata Kurdistanê qewimîne.