Jine xebatkara çandî ya Kurd ji xelkê şarê Bokan bangî ewlehiya sipahê kirin

13:27 - 24 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: jine xebatkara çandiya şarê Bokan ji aliyê hêzên êminiyê bi telefon agadar hatiye kirin ku xwe bi ewlehiya sipaha pasdarana vî şarî bide nas kirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, doma bandor ser xebatkarên çandî û edebiya Kurd, kewser Fettahî, 24 salî ji xelkê şarê Bokan, li sedem xebatên çandî, tûşî bang kirin û hereşa girtinê ji aliyê hêzên êminiya hukûmeta islamiya Îranê bûye.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand ku ev xebatkara çandî ji roja Yekşema heftiya borî wirde ketiye bin çavdêriya ewlehiya sipaha pasdaran û heya niha bi caran telenona vê kirinê ku xwe bi ewlehiya sipaha pasdaran li binka pêşde ye Mekteba Qurana şarê Bokan bide nasînê.

Ew serekanî ji got: hêzên ewlehiyê bi vê xebatkara çandî ragihandiye, heger xwe bi ewlehiya sipaha pasdaran nede nasînê, tûşî girtinê yê bibe.

Kewser Fettahî, lisansa bilind li zimanê Ingilîsî de bi dest aniye midê çend salane ku ji awirê çandî û edebî de dixebite û pirira korên edebî-çandiyên şarê Bokanê de pişkdar bûye.

Navbirî pêşde jî bi caran ji aliyê hêzên ewlehiyê hatiye bang kirin û jê pirsînê.

Ev xebatkara çandiya endama kora edebiya şarê Bokan, endamê kora edebiya Ziryan, endamê desteya kargêrî, bi rêbiriya NJOa parêzerên jîngeha Bokan, binyat danê civîna çandî û riwange(Awir)a nû ku ji aliyê emakinê derfeta vê hate ragirtinê, bûye.